Bi egera burdûmanên Tirkiyê zîyanên canî û madî gehiştin gundeke binara Qendîlê
Evro firokeyên cengîyên Tirkiyê, gundê Bolê ya ser bi nahye ya Sengeser li banara Qendîlê burdûman kir û xanîyên hejmareke gundîyan kevtin ber burdûmanê û çend welatî jî birîdar bûn.
K24- Ranîye
Evro firokeyên cengîyên Tirkiyê, gundê Bolê ya ser bi nahye ya Sengeser li banara Qendîlê burdûman kir û xanîyên hejmareke gundîyan kevtin ber burdûmanê û çend welatî jî birîdar bûn.
Yûsif Nawdeştî, xelkê gundê Bolê ye bi Kurdistan24 re ragehand: Bi egera burdûmana firokeyên cengîyên Tirkiyê hejmareke xanîyên welatîyan, rez û bîstanên wan kevtin ber burdûmanê. Xanîyê min , rez û bîstanê min jî, wek gundîyên din li gel erdê bûyîne yek.
Li gor zanîyarî yên çend bînerên wê bûyerê, ew burdûman bûye egera birîndarbûna sê welatîyan, yek ji wan welatîyeke bi temene û xelkê gundê Bolê ye, bi navê Ebdûllah Ehmed Omer.
.jpg)
.jpg)