hewla pêkanîna Civata Parêzgeha Helebce berdewam e

Biryare subehî, careke din nwênerên alîyên sîyasî li parzgeha Helebce bo pêkanîna Civata Parêzghea Helebce bicivin.

K24- Helebce

Biryare subehî, careke din nwênerên alîyên sîyasî li parzgeha Helebce bo pêkanîna Civata Parêzghea Helebce bicivin.

Selam Kerkîm, berbijêr bo endamînîya Civta parêzgeha Helebce li ser pişka Bizava Îslamîya Kurdistanê,  bi Kurdistan24 re ragehand: Tevaya alîyên sîyasî hatîne agahdarkirin ku Subehî di civînê de amade bin  daku bi zûtirîn dem Civata Parêzgehê bihêt pêkanîn.

Ev di demekê de ye ku heya niha zêdetir ji 50 civînan hatîye encamdan bo pêkanînan Civata Parêzgeha Helebce lê heya niha alîyên sîyasî negehiştine ti rêkkevtinan, herçende tevaya alîyan jî endamên xwe bo civatê destnîşan kirine.