Hikumeta Herêma Kurdistanê: Bexdayê zêdetir ji behayê 250 hezar bermîlên petrolê ji pereyê Kurdistanê birrîye
Cotyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Hejî yên darayî û pişka Herêmê ji budceya Ithadî de 12.84 Tirilyon Dînare, lê Bexdayê tenê 5.44 Tirilyon Dînar di dema salekê de bo Herêmê dişîne.
K24- Hewlêr
Cotyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Hejî yên darayî û pişka Herêmê ji budceya Ithadî de 12.84 tirilyon Dînare, lê Bexdayê tenê 5.44 tirilyon Dînar di dema salekê de bo Herêmê dişîne.
Cotyar Adil got jî: Ew pereyê ji pişka Herêmê ji budceya Ithadî dihêt birrîn, gelek zêdetire ji behayê wê dahata ku ji encama firotina 250 hezar bermîlên rojane bi dest dikeve .
Xuya jî kir, Herêma Kurdistanê amadeye wê rêjeya petrolê radestê Bexdayê bike.
Di pişkeke dî ya axivtinên xwe de, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê got: niha salane 7.39 tirilyon Dînar ji pişka Herêma Kurdistanê hatîye birrîn û hikumeta Herêmê ev daxwazî arasteya Bexdayê kirîye, xoşbextane têgêjtineke erênî heye bo evê pirsê.