Soylu bo Imamoglu: Ehmeq, Millet dê hesab ji te bipirse!

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu, Şaredarê bajarê Mezin ê Stanbolê Imamoglu bi “ehmeq” binav kir û gefên rasterast li wî kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu, Şaredarê Stanbolê Imamoglu bi “ehmeq” binav kir û gefên rasterast li wî kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu di bernameya vekirina navendên perwerdeyî ya polîsî de got: “Ez ji wî ehmeqî (mebesta wî Ekrem Imamoglu – şaredarê bajarê mezên ê Stenbolê ye) re dibêjim: Tu, dê bedel a vankiryarên xwe bide. Milletê me dê hesab ji te bipirse. Lanet li te be!”

Soylu di berdewamiya axaftina xwe de, anî ziman: “Ez ji wî ehmeqî re dibêjim, ê ku çû Ewrûpa û giliyê Tirkiye, liser danîna qeyûmman kirî. Tu, dê hesabê vê yekê bide!”

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment