Rêveberîya Xweser teqînên Qamişlo dixe di stuyê Tirkiyê de

Rêveberya Xweser ya bakûr û rojhlata Sûriyê daxuyanîyek derbarê teqînên duhî yên Qamişlo belav kirîye û ragehandîye, ku ji encama wan teqînan 6 kesên sivîl şehîdbûne û bêtir ji 40 kesên din jî birîndar bûne û birîna gelek ji wan girane.

K24- Hewlêr

Li gor Rêveberîya Xweser êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên wan karê jinavbirina rêxistina Daişê asteng kirîye û bi sedema vê yekê jî Daişê delîve ji xwe re dîtîye bo encamdana êrîşan.

Di daxuyanîya xwe de, Rêveberîya Xweser Tirkiyê bi berpirsê  teqînên duhî yên Qamişlo dibîne û wê dike sedem û tuhmetbar dike ji wan teqînan ku kesên sivîl û bê guneh bûne qurbanî.

Herweha Rêveberîya Xweser daxwaz ji civaka navdewletî kirîye ku gringîyê bide jinavbirina komên terorîst û sînorekî ji kiryarên Tirkiyê re dane.