Wezareta Pêşmerge: Ti sîstemeke bergiriya esmanî negihîştiye me
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ew nûçeyên li ser çendîn torên medyaya fermî û nefermî yên civakî derbarê gihîştina sîstema bergiriya asmanî bo wezareta wan hatine belavkirin, dûrî rastiyê ne.
Wezareta Pêşmerge îro 7ê Cotmeha 2026an di daxuyaniyekê red dike ku ti çavkaniyeke wan a fermî di vî warî de daxuyanî dabe. Hevdema wê yekê tekez dike ku ti cor sîstemeke bergiriya asmanî negihîştiye destê Wezareta Pêşmerge.