Civata wezîran dicive

Biryare evro civta wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatêya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bicive û çend pirsên giring gotbêbêj bike.

K24- Hewlêr

Biryare evro civta wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatêya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bicive û çend pirsên giring gotbêbêj bike.

 Li gor zanîyarîyên Kurdistan24, di civîna evro ya civata wezîran de, pirsên rêkxcistina kilêşe û karûbarên wezareta Pêşmerge, biryarên Dadgeha Fedral, pirojeyên çareserkirina alozîyên Îraqê, wek piroje yasa ya komisyona bilinda helbijartinan û pirsa helbijartina pêşdem a civata wezîran û bidawîxistina helbijartina civata parêzgehan gotûbêj bike.

Piştî wê pêla nerazîbûn û xwenîşandanên ji meha bûrî ve li Bexda û çend bajarên Îraqê destpêkiriye û heya niha berdewame, serokatîya komara Îraqê , pirojeyek bo damezirandina komisyoneke nû ya helbijartinê û helbijartina pêşdem  amade  kir. Duhî jî hikumeta Bexda herdû piroje yasa pesidkirin û biryare bişîne perlemanê bo pesidnkirina wan.

 Ji alîyeke din ve, Civata Nwênerên Îraqê, komîteyek bo hevwarkirina destûra Îraqê pêkanîye. Di asta navxweyî jî de, xwenîşanderên Îraqê, daxwaza guhertina sîstema sîyasîya Îraqê dikin û Elî Sîstanî, merceê şîeyan, duhî di ragehandinekê de piştîvanîya xwe nîşan da bo daxwazîyên xwenîşanderan û ragehand, serokatîyên niha yên Îraqê cidî nîne li bersivdana daxwazîyên xelkê.