Çekdaran 6 Kurdên Efrînê revandin

Çekdarên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 welatiyên Kurd li Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 welatiyên Kurd li Efrînê revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, çekdarên grûpa Feyleq El Şam 6 welatî ji gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa revandin û birin girtîgeha li gundê Îska.

Rewageha Sûrî diyar kir, grûpên çekdar bi armanca koçberkirina welatiyên Kurd ji Efrînê, welatiyan direvînin û bi darê zorê bacan li ser wan disepînin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi hezaran Kurd hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin ji wan jî ne diyar e.

 

S. B