Efrîn.. Îstixbarata Tirkiyê 5 jin û kalemêrek revandin

Tora Çalakvanên Efrînê belav kir, îstixbarata Tirkiyê îro 5 jin û kalemêrekî bi temen ji nava bajarê Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tora Çalakvanên Efrînê belav kir, îstixbarata Tirkiyê îro 5 jin û kalemêrekî bi temen ji nava bajarê Efrînê revandin.

Çalakvanan navên kesên hatine revandin diyar kirin, wiha ne: Xedîce Qere Elî, Emîne Qere Elî, Heyat Qere Elî, Fedîle Mihemed, Fedîle Kirîko û kalemêr Nûrî Qere Elî.

Çalakvanan da zanîn jî, piştî çend demjimêran, 2 jin û kalemêr hatin berdan, lê yên din çarenivîsa wan ne diyar e.

Ev yek di demekê ye, îro grûpeke din a çekdar 6 welatiyên di ji gundê Kibêşînê ya Efrînê revandibûn.

 

S. B