Biden: Trump globa kesk ji Erdogan re vêxist

Cîgirê berê Serokê Amerikayê û kandîdê hilbjartinên Serokatiya Amerika yê 202oan Joe Biden rexneyên tund li Serokê Amerikayê Donald Trump girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê berê Serokê Amerikayê û kandîdê hilbjartinên Serokatiya Amerika yê 202oan Joe Biden rexneyên tund li Serokê Amerikayê Donald Trump girtin.

Biden, seredana Erdogan a Koşka Spî jî, rexne kir û diyarkir, ku “Trump globa kesk a têkbirina Kurdan ji Erdgan re vêxist”.

Joe Biden liser hesabê xwe yê twitterê nivîsand: “Trump di destpêkê globa kesk a paqijkirina etnîkî ya Kurd(nasnameyî ) ji Erdogan re vêxist. Kurd ên, ku di têkbirina DAIŞ de hevpeymanên me bûn. Niha jî, bi rêkeftinên nermik pêşewaziya wî dike. Siyaseta Trump ne di berjewendiya Amerika, lê di berjewendiyên wî yên kesayetî de ne”.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment