Hevpeymaniya Navdewletî ji bingeha Sirîn vedikş û hêzek Rûsyayê li wê bingehê bicîh bû
Hevpeymaniya Navdewletî tevayiya hêzên xwe ji bingeha Sirîn a başûrê Kobanî vekşandin û hêzek Rûsyayê li wê bingehê bicîh bû.
K24- Hewlêr
Hevpeymaniya Navdewletî tevayiya hêzên xwe ji bingeha Sirîn a başûrê Kobanî vekşandin û hêzek Rûsyayê li wê bingehê bicîh bû.
Nûçegîhanê Kurdistan24 li bajarê Kobanî ragihand, îro berê sibehê, Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 50 serbazên xwe, yên ku li bingeha Sirîn a serbazî li başurê bajarê Kobanî mabûn jî vekşand, ku bi vê yekê, ew bingeh bi tevahî ji Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat valakirin. Nûçegîhanê Kurdistan24 got jî, piştî vekşandina tevayiya Hêza Hevpeymaniyê ji wê bingehê, firokeyên Rûsî çavdêriya bingehê kirin û 5 zirîpoşên Rûsî derbasî wê bingehê bûn.
Duhî jî, Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 120 otombîlên serbazî û zirîpoş ji bingeha Sirîn a serbazî di bin çavdêriya firokeyên Hevpeymaniyê de, vekşandibûn.