Artêşa Sûriya hêzên xwe li ser sinûrê Tirkiya zêde dike
Hêzên artêşa Sûriya yekîneyên serbazîyên zêdetir dişîne Dêrik û Eyîn Dîwarê li Rojavaya Kurdistanê li ser sinûrê Trikiya.
K24- Hewlêr
Hêzên Hikumeta Sûriyê liser sînorê bajarên Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê, bi Tirkiyê re belav dibin
Nûçegîhanê Kurdistan24 li Qamişlo ragihand, ku vê êvarê Hêzên Sînorparêz ên hikumeta Sûriyê, ji gundê Til Ziywan ê di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de belav bû. Herweha li Dêrikê jî, li gundê Êndiywar, dê xalên xwe deyne.
Ajansa fermî ya hikumeta Sûriyê jî belavkiriye, ku liser sînorê bi Tirkiyê re, ji bajarê Çilaxa ta Dêrikê li rojavayê Kurdistanê Hêzên Sînorparêz ên rêjîmê belavbûn e.
Ew hêz, dê li şeş xalan bicîh bibin, bi dirêjahîya 60 kîlometreyan bi sînorê Tirkiyê re.
Belavbûna Hêzên rêjîma Sûriyê liser sînorê bi Tirkiyê re, di çarçoveya rêkeftina wan bi HSD re tê.