Piştî civîna Amerika-Tirkiye û ayîndeya Kurdên Rojava

Tirkiye û Amerîka demeke dirêj e ji ber polîtîkayên xwe yên cuda yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li hev nakin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku li Washingtonê li gel Donald Trump ê Serokê Amerîkayê li hev civiya xwest piştgiriya YPG bê şikestin lê Trump bal kişand ser hevkariya Amerîka ya hêzên Kurd. Li gor nêrîna pisporan Amerîka dev ji hevkariya Kurdan bernade û Tirkiye ji Washingtonê dest vala vegeriya.

K24-Stenbol

Tirkiye û Amerîka demeke dirêj e ji ber polîtîkayên xwe yên cuda yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li hev nakin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku li Washingtonê li gel Donald Trump ê Serokê Amerîkayê li hev civiya xwest piştgiriya YPG bê şikestin lê Trump bal kişand ser hevkariya Amerîka ya hêzên Kurd. Li gor nêrîna pisporan Amerîka dev ji hevkariya Kurdan bernade û Tirkiye ji Washingtonê dest vala vegeriya.

PKG Pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Amerîka ku zêdetir di ser meseleya Sûriyê re rû dide di hevdîtina dawî ya li Washingtonê a di navbera serkirdeyên her du dewletan de pêk hat safî nebû.

Her çiqas tîma Tirkiyê ku Recep Tayyîp Erdogan ê Serokkomarê vî welatî serperiştiyê dikir hewla şikestina piştgiriya Amerîka bo YPG bide jî lê Donald Trump ê Serokê Amerîka ragihand hevkariyeke wan a baş li gel hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê hene dê berdewam be.

Polîtîkayên cuda yên her du aliyan a li ser Rojavayê Kurdistanê wek lihevnekirina Amerîka û Tirkiyê tê şîrovekirin.

Oral Çalişlar (rojnamevan) dibêje: Tu pêşketinek li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîka ya ji civîna Erdogan û Trump derneket. Rayedarên Tirk hewl dan ku Amerîka li dijî YPG têkoşîneke hevbeş bide lê ev pêk nehat. Diyar e piştgiriya Washington bo YPG û bo statuya Kurdan dê berdewam be. Tirkiye her çiqas ji vê dilgiran be lê êdî dibîne ku nikare siyaseta Amerîka li ser Kurdên Sûriyê biguherîne.

Di mijara kirîna S-400an de ku ji hêla Tirkiyê ve ji Rûsya hatin kirin Amerîka helwesta xwe ya li ser vê neguhert. Trump li gel senatoran nerazîbûna xwe ya li ser kirîna S-400an careke din nîşanî Tirkiyê da û ev mijar wek kêşeyek mezin tê destnîşankirin. Li gor pisporan heta ev mesele safî nebe pêwendiyên her du aliyan dê her aloz be.

Ufuk Uras (akademîsyen) got: Tirkiye li gel S-400an di heman demê de dixwaze bibe xwediyê F-35an. Li gor xwe di vir de kêşeyek nabîne. Ji bo vê hewl dide Amerîka qanih bike. Di zemanê ku em tê da ne pêdivî bi bikaranîna S-400an nîn e û Tirkiye jî vê pergala moşekê bi kar nayne. Çimkî bikaranîna S-400an dibe sedema şerekî cîhanî. Bi ya min Amerîka piştî demekê der barê vê mijarê de polîtîkaya xwe dê sist bike.

Bi nêrîna çavdêrên siyasî, Erdogan û Trump li pêş kamerayan gelek caran pesnê hev dan lê belê li ser gelek mijarên ku xwedî helwestên cuda ne gavek berçav nehat avêtin. Ji bo çareserkirina van mijaran bal hat kişandin ser berdewamiya guftûgoyan.