Hikûmeta Herêmê: Bi Bexdayê re gihîştine hevtêgihîştineke baş
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, guftûgoyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê ji bo gihîştina bi rêkeftineke dawî berdewam dibin û gihîştine hevtêgihîştineke baş.
K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîbûna civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi şanda ku ji bo danûstandinê serdana Bexdayê kiribû re, Cotyar Adil di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rênima û serperiştiya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam e û herdu alî gihîştine hevtêgihîştineke baş.
Amaje bi wê jî da, sibe Duşemê ji bo berdewamiya guftûgoyan, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.
Duhî şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û ligel Serokwezîr û Wezîrê Petrol û Darayî Îraqê civîyabû. Îro jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel wê şandê civiyabû.
S. B