Bakirhan: Dem hatiye li şûna axaftin û daxuyaniyan pêngavên kiryarkî bên avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ragihand ku dem hatiye li şûna daxuyanî û axaftinan pêngavên kiryarkî bên avêtin, tekez li ser wê yekê jî kir ku divê derfet bi Ocalan bê dan ku bi awayekî azad hevdîtin û peywendiyên xwe bike.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro Sêşemme, 6ê Tshrîna Yekem a 2026an, ragihand: "Em dibêjin ku divê êdî li şûna axaftinê pêngavên kiryarkî bên avêtin. Di vê arasteyê de jî, divê bi zûtirîn dem 'Komîsyona Hevahengiya Çekdanîn û Stratejiyê' bi awayekî çalak dest bi karê xwe bike. Vê pêngavê jî ji bo serkeftina proseyê giringiyeke jiyanî heye."
Hevserokê DEM Partiyê amaje bi wê yekê jî kir ku divê komîsyon bi zûtirîn dem û bi hevahengî ligel Abdullah Ocalan dest bi karên xwe bike û got: "Divê Ocalan karibe bi awayekî azadane karên xwe bike, hevdîtin û civînên xwe bike û peywendiyan damezrîne, herwiha rê ji bo wî bê xweşkirin daku destê wî bigehe hemî aliyên peywendîdar."
Li ser rola Parlamentoyê di proseyê de, Bakirhan ron jî skir: "Divê Komîsyona Çavdêriya Parlamentoyê jî bi zûtirîn dem bê pêkanîn û dest bi karên xwe bike, Parlamento dest bi çavdêriyê bike, ligel aliyan bicive û wan karên paşketî bi cih bîne, hevdem ji bo derxistina qanûnên pêdivî jî bikeve livînê."
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tekez li ser hevsengiya pêngavan kir û got: "Çawa ji aliyekî ve pirsa çekdanînê di rojevê de ye, divê ji aliyê dî ve jî qanûn hebe."