Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêmê bo guftûgoya bi Bexdayê re civiya
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdisatanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî bi şanda Hikûmeta Herêmê bo guftûgoya bi Hikûmeta Federal a Bexdayê re ya taybet bi pirsa petrol û budceya 2020an civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di civînê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa dawî pêşhatên proseya guftûgoya bi Hikûmeta Federal re kir û amaje bi wê da, guftûgoyên di navbera herdu aliyan de qonaxeke girîng û pêşketî derbas kirine û di heyameke erênî de birêve diçin.
Şandê behsa wan perensîpan kir, ku ji encama serdanê dibin bingeheke bo rêkeftina dawî li ser babetên projeyasaya bucdeya federal a sala 2020an, bi awayekî ku berjewendiya hevbeş a herdu aliyan li ber çav bê girtin û maf û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike, li hember pabendiyên Herêma Kurdistanê.
Şandê tekez kir, proseya guftûgoyê bi rênima û serperiştiya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam e û herdu alî li ser babetên ku cihê guftûgoyê ne gihîştine hevtêgihîştineke baş û sibe Duşemê 25ê Mijdarê bo berdewamiya guftûgoyan, şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.
S. B