Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûpat kir, Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyeke aramiya Iraqê amade ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûpat kir, Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyeke aramiya Iraqê amade ye û ragihand, rewşa Iraqê û xwepêşandan û rûdanên li Bexda û parêzgehên din ên welat, bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê dibe. Her wiha hevkariya Amerîka û civaka navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî.

Di civîna li gel birêz Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya li Senatoya Amerîka Robert Karem û şanda pêre, îro yekşem 24/11/2019 li Hewlêr, birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir, Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşeyên xwe yên li gel Hikûmeta Iraqa Federal bi rêya diyalogê û hevtêgihiştina li ser bingeha destûra Iraqê çareser bike.

Di civînê de ku birêz Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, herdu aliyan pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û çawaniya muamelekirina li gel pêşhatên wê guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiya siyasî û emnî û têgihiştina dirust ya ji daxwazên rewa yên xwepêşanderan û xwedûrgirtina ji tundutîjiyê kir.

Rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û metirsiya serhildana terorê û çawaniya rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, her wiha çend pirsên din ên ku ji bo herdu aliyan girîng bûn, mijarên din ên vê civînê bûn.

 

S. B