Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê arasteyî Serokomarê Îranê dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya xwişka wî peyameke serxweşiyê arasteyî Serokomarê Îranê ya Îslamî Hesen Rûhanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya xwişka wî peyameke serxweşiyê arasteyî Serokomarê Îranê ya Îslamî Hesen Rûhanî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata birêz Rûhanî kir û hêvî ji xwedêyê mezin xwast, xwişka wî di bihuştê de şad bike û aramî û dilniyayê bi malbata wî bibexşe.
S. B