Mesrûr Barzanî: Paraztina şûnwarên me yek ji sereketirîn pêngavên hikumetê

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, bi rê ya hejmarte ya xwe di tora civakîya Tiwîterê de ragehandîye, paraztina şûnwarên me yên dîrokî yeke ji sereketirîn pêngavên evê hikumetê.

K24- Hewlêr

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, bi rê ya hejmarte ya xwe di tora civakîya Tiwîterê de ragehandîye, paraztina şûnwarên me yên dîrokî yeke ji sereketirîn pêngavên evê hikumetê.

Mesrûr Barzanî nivîsîye, mîrata dewlemendî ya me samaneke bi behaye, divêt bo neweyên dahatî bihêt paraztin.

Herweha nivîsîye, seredana me bo kelha Hewlêrê, ku yeke ji kevintirîn şûnwarên zindîyên cîhanê wê berpirsyartîyê bi bîra me dihîne.

 Tekez jî kirîye, paraztina şûnwarên dîrokî yeke ji sereketirîn pêngavê vê hikumetê.

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, seredana pirojeya nûkirina kelha Hewlêrê kir û seredana pişikên cuda yên wê pirojeyê kir.