Mesrûr Barzanî: Danûstandin li gel hikumeta Bexdayê gehaye qonaxeke pêşkevtî

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Danûstandin li gel Bexdayê gehaye qonaxeke pêşkevtî.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Danûstandin li gel Bexdayê gehaye qonaxeke pêşkevtî.

Serokê wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, bi rê ya hejmarte ya xwe di tora civakî ya Tiwîterê de ragehandîye,  Me civîneke erênî li gel şanda hikumeta Herêma Kurdistanê bo Bexda encam da û danûstandinên me li gel hikumeta Bexdayê gehaye, qonaxeke pêşkevtî.

Mesrûr Barzanî got jî:  Hikumeta Herêma Kurdistanê bo avakirina peywendîyeke behemdar li gel hevpeymanên xwe li Bexdayê kar kirîye, ku piştîvanîyê li mafên Herêma Kurdistanê dike û bi dîtina pêşveçûnan xweşhalîn.