Herêm û Bexda derbarê budce û petrolê civîneke giring encam didin
Şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê bo pişikdarîkirinê di danûstandinên amadekirina budceyê gehişte Bexda û li gel Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê biryarê derbarê rêkkevtina Hewlêr û Îraqê didin.
K24- Hewlêr
Şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê bo pişikdarîkirinê di danûstandinên amadekirina budceyê gehişte Bexda û li gel Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê biryarê derbarê rêkkevtina Hewlêr û Îraqê didin.
Şanda hikumeta Herêma Kurdistanê ku pêkhatîye ji: Awat Şêx Cenab, Wezîrê darayî, Dara Reşîd, wezîrê pilandananê, Xalid Şiwanî, wezîrê Herêmê bo danûstandinan li gel Bexda, Ûmêd Sebah, serokê dîwana civata wezîran û Amanc Rehîm, sikretêrê civata wezîran bersiva hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê rêkkevtinê li ser pirsa Petrol û budceyê vegerandin bo serok wezîrên Îraqê û pişikdarîyê di danûstandinên hikumeta Îraqê de dikin bo amadekirina piroje budceya 2020ê ya Îraqê.
Biryare, evro Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê biryara dawîyê bide debarê rêkkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, nemaze li ser pirsa petrol û budceyê.
Ew şand bo dema dû rojên burî, seredana Bexdayê kiribû û duhî jî encama seredana xwe pêşkeşî serokê hikumetê kirin.