Herêma Kurdistanê helmetekê radigehîne bo berengarbûna tundûtîjîyê dijî jinan

Di rêûresma çalakîyên helmeta 16 rojî bo berengarbûna tundûtîjîyê dijî jinan li Hewlêrê, rêber Ehemed, wezîrê navxweya Herêma Kurdistanê, gotat serokê wezîran, Mesrûr Barzanî vexwînd.

K24- Hewlêr

Di rêûresma çalakîyên helmeta 16 rojî bo berengarbûna tundûtîjîyê dijî jinan li Hewlêrê, Rêber Ehemed, wezîrê navxweya Herêma Kurdistanê, gotara serokê wezîran, Mesrûr Barzanî vexwînd.

Rêber Ehmed, di vexwîndina gotarê de ragehand: Evro roja cîhanîye bo berengarbûna tundûtîjîyê dijî jinan. Evro pêwîst bi bîra xwe bihînîn ku divê dawîyê bihînîn, bi yek ji berbelavtirîn pêşêlkarîyên dij bi mafên mirovan.

Ragehand jî: Kêmtirîn îtîraf bi van corên pêşêlkarîyan dihêt kirin, evro li Herêma Kurdistanê, helmeta nîştîmanîya 16 rojî radigehînîn bo berengarbûna tundûtîjîyê dijî  jinan û di evan rojan de , gelek çalakîyên hemecor birêve diçin.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku her sal li Herêma Kurdistanê ev helmeta berengabûna tudnûtijîyê dijî jinan radigehînîn û hewe dilnîya dikîn ku hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di vê helmetê de û hemû hewlekê bikar dihîne bo nehêştina tundûtîjîyê bi giştî û bi taybetî jî, dijî tuxma mêyîne û karkirin ji bo perepêdana keltura rêzgirtinê li mafên mirov, wekhevî, dadperwerî ya civakî û nehêştina tundûtîjîya malbatî.

Wezîrê navxwe daxwaz ji rêkxistîyên sivîl, rêkxistîyên jinan, mamostayên olî û mêdyayan kir, hevkarîya hikumetê bikin li belavkirina hoşyarîyê û xebat jinên Kurd jî di bizava rizgarîxwaza Kurdî de bilind nirxand.

Xuya jî kir, ku hikemeta Herêma Kurdistanê di dema burî de, çend çaksazîyek encam daye, wek bi tawan nasandina kuştina jinan, bilindkirina temenê şûkirinê û nehêlana firejinîyê.

Tevî vê yekê jî, wezîrê navxwe ragehand, hêj mafên jinan dihêt pêşêlkirin, bi rêya bi şûdan bi zorê, xetenekirin (suntekirin), teşqelyên sêksî, sivikatîkirin û kuştin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê dibêje: Em dixwazîn peyameke ruhn û zelal bigehînîn ku ew jî ev: Divê tundûtijî dijî jinan bihêt rawestandin û divê encamderên tundûtijîyê bihên sizadan û piştîvanîya qurbanîyan jî bihêt kirin.