Nêçîrvan Barzanî: Berdewam kar bo bicîkirina wekhevîya cênderî dikîn

Nêçîrvan Barzanî: Berdewam kar bo bickirina wehevîya cênderî dikîn

K24- Hewlêr

Li roja cîhanîya berengarîbûna tundûtîjîyê dijî jinan, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê peyameke belav kir. Ev jî deqa wê peyamê ye:

Bi helkevta roja cîhanîya berengarbûna tundûtijîyê dijî jinan, tekezê li ser îradeya sîyasîya xwe dikîn bo piştîvanîyê û karê me yê berdewam li ser pirsa dadwerîya civakî û wekhevî ya cênderî li Herêma Kurdistanê.

Ji sala 2007 ve, salane bi evê helkevtê li Herêma Kurdistanê kempîna 16 rojî dihêt ragehandin bo çirkirina kar û çalakîyan bi aramanca ji navbirina tundûtîjî ya cênderî û dabînkirina dadwerîyê. Tevî dijwarîyan, nemaze piştî serheldana Daişê û tawanên cînosayîd a Êzdîyan ku bûne sedema duristbûna kirîzên mirovîyên mezin; Herêma Kurdistanê şîyaye bi şêwazeke durist û hejî reftarê li gel wê rewşê bike.

Hemû kirîz û şerek civakê dişêwînin, pêngavan gîro dikin û dibin sedema tundûtijîyê. Jin jî qurbanîyên serekîyê wê rewşê dibin. Lew di evê rojê de û bo evê erkê pêwîst û giringe tekezê dikîn li ser berdewamî û hevahengîya serokatîya Herêma Kurdistanê li gel dezgehên cîbicîkar, civaka sivîl, mamostayên olî, ajansên Neteweyên Hevgirtî û rêkxistîyên navxweyî û nêvdewletî.

Ji evê riwangehê ve, ji serokatîya Herêma Kurdistanê me nerîngeheke sitratîcîya berfireh darijtîye, ku wek nexşerêyekê ye bo paraztina maf, geşepêdan û bihêzkirina pêgeha jinê di civakê de, bi hevahengî li gel alîyên peywendîdar kar li ser wê dê bikîn. Daxwaz ji tevaya tax û tiwêjên civaka Kurdistanê dikîn çalakane pişikdar bin di encmadana kar û çalakîyên 16 rojîya berengarbûn tundûtijîyê dijî jinan.

Hêvîya serkevtin bo hemû alîyekê dixwazîn.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

25/11/2019