Grûpên çekdar hêzê li derdora Eyn Îsayê kom dike

Peyamnêrê K24ê da zanîn, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hêzeke zêde li bakurê bajarokê Eyn Îsayê kom kirine û tenê 4 K.M jê dûr in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hêzeke zêde li bakurê bajarokê Eyn Îsayê kom kirine û tenê 4 K.M jê dûr in.

Peyamnêrê me amaje bi wê jî da, di du rojên bûrî de şer û pevçûnên giran di navber şervanên HSDê û grûpên çekdar de li derdora kampa Eyn Îsayê derketibû, lê şervanên HSDê karîn êrîşên çekdaran bişkînin û niha Eyn Îsa di destê HSDê de ye.

Da zanîn jî, hêzên Rûsî – Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş ji gundê Şirgagê li nêzîkî Eyn Îsayê û heta gundê Aliya yê nêzîkî Til Temirê de jî kirin.

Duhî jî Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî  ji K24ê re ragihandibû, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve dixwazin riya navdewletî M4 di navbera Eyn Îsa û Kobanî de qut bikin, lê şervanên HSDê rûbirûyî wan êrîşa dibin û ew perçeya rê di bin kontrola HSDê de ye.

 

 

S. B