Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana navendeke parastina jinan dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdarê Roja Rûbirûbûna Tundûtûjiyê li dijî Jinan serdana navendeke vehewandin û parastina jinan li bajarê Hewlêrê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdarê Roja Rûbirûbûna Tundûtûjiyê li dijî Jinan serdana navendeke vehewandin û parastina jinan li bajarê Hewlêrê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîra Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed serdana navendeke vehewandin û parastina jinan li Hewlêrê kir û guhdariya daxwazên wan kir û dezgehên hikûmî jî bi dabînkirina daxwazên wan raspardin.

Serokê Hikûmetê amaje bi wê da, “Bi min baştir bû ku li şûna ez gotarekê bixwînim, serdana we bikim û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên we bikim.

Mesrûr Barzanî got jî: “Em dixwazin civaka me dûrî her tundûtûjiyekê li dijî jinan be, ne tenê parastî bin, belkû hemû mafên wan ên jiyan û xwepêgehandinê parastî bin. Pêwîst e jin jî wek her takekî civakê, mafê wan ên tendurist di civakeke tendurist de hebe. Bêgûman ev jî girêdayî bi hebûna komeke yasa û helwestên civakê ên girêdayî jinê ye. Hikûmet jî divê parêzerê wan mafan be, ji îro ve em ti xemsariyekê nakin.

 

S. B