Artêşa Tirkiya hejmareke Tunêlên HSDyê li Serê Kanîyê vedîtin

Wezareta berevanîya Tirkiya ragehand, li bajaroka Serê Kanîyê toreke tunêlên serbazî vedîtin ku ji alîyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bikar dihatin bikarhînan.

K24- Hewlêr

Wezareta berevanîya Tirkiya ragehand, li bajaroka Serê Kanîyê toreke tunêlên serbazî vedîtin ku ji alîyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bikar dihatin bikarhînan.

Di daxuyanîyekê de, wezaret berevanîya Tirkiyayê ragehandîye, ku ev tora tunêlan hatîye bikarhînan bo xwe paraztin û karûbarên serbazî.

Piştî dagîrkirina Serê Kanîyê ji alîyê artêşa Tirkiyayê ve, Tikriya berdewame ji şunmalîna deverê û komkirina çek û keristeyên serbazî yên ku piştî xwe vekişandina HSDyê mane.