Şer di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkiya ve li gundewarê Tel Temir û Eyîn Îsayê berdewam e
Şer di navbera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û çekdarên ser bi Tirkiya ve li gundewarê Tel Temir û Eyîn Îsayê berdewam e.
K24- Hewlêr
Şer di navbera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û çekdarên ser bi Tirkiya ve li gundewarê Tel Temir û Eyîn Îsayê berdewam e.
Mêdyayên ser bi HSDyê ve belav kirîye, artêşa Tirkiya û girûpên ser bi wê ve, bi çekên giran û firokeyên bê firokevan hêrişî ser gundên Tel Werd û Rebîe kirine û hewil dide rûberê zevîya bin destên xwe berfireh bike.
HSDyê ragehand jî: Ji duhî ve girûpên çekdarên ser bi Trikiya ve, bi firokeyên bêfirokevan gundewarê bajarê Tel Temir û Eyîn Îsa bi tundî topbaran dikin û şer di navbera wan û HSDyê de bigiranî rû dide.
Li gor HSDyê çekdarên ser bi Tirkiya ve hewil didin rêya di navebra Eyîn Îsa û Kobanîyê kontirol bikin.