Sînatoreke Emerîkayî: Tirkiya xîça sor bezandîye

Piştî ku Tiriya radarên sîstema berevanîya mûşekî S400 a Rûsiyayî taqî kir, sînatorê Emerîkayî, Kirîstover Van Hulîn ragehand: Tirkiya sinûrê rêdayî bezandîye.

 

K24- Hewlêr

Piştî ku Tiriya radarên sîstema berevanîya mûşekî S400 a Rûsiyayî taqî kir, sînatorê Emerîkayî, Kirîstover Van Hulîn ragehand: Tirkiya sinûrê rêdayî bezandîye.

Ew sînatorê Demokratxwaz di tora civakî ya Tiwîterê de nivîsîye: Erdogan piştî dû heftîyan ji seredana xwe bo Koçka Sipî sîngê xwe derxistîye û xîça sor bezandêye.

Derbarê vê yekê jî berpirseke Emerîkayî red kirîye ku di taqîkirina sîstema berevanîya mûşekîya Rûsiyayî S400 ti kadireke teknîkî û serbazîya Emerîkayî pişikdar bibin.

Gotebêjê serbazî ya Emerîkayê jî bi ajansa TAS Rûsiyayî ragehandîye, pêngavên Tirkiya ber bi Rûsiyayê ve nakokin li gel wan pabendîyên Tirkiyayê hene  di çarçoveya NATOyê de û renvdaneke nerênî dê hebe li ser hevkarîya dûalî di navbera Tirkiya û Emerîka de.