Şandeke Rûsî serdana Kobanî dike
Peyamnêrê K24ê li Kobanê Ridwan Bêzar da zanîn, îro şandeke Rûsî ya serbazî gihîşt Kobanê û ligel hevserokên desteyên Kobanê civiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Kobanê Ridwan Bêzar da zanîn, îro şandeke Rûsî ya serbazî gihîşt Kobanê û ligel hevserokên Desteya Cibicîkar a Kobanê civiyan.
Peyamnêrê me got jî, tevî şanda Rûsî bi cilûberên serbazî gihîştine kobanê, ew diyar dikin, armanca serdana wan bo karûbarên medenî, xizmetguzarî û hawarhatine ye.
Diyar kir jî, şanda Rûsî ji 4 rayadarên Rûsî pêk hatibû û ligel hevserokên Desteya Cibicîkar a Kobanê Enwer Mislim û Lemîs Ebdula û Cîgirê Hevserokatiyê Mihemed Şahîn civiyan.
Roja 13ê meha bûrî, Rûsya û HSDê li ser belavbûna hêzên Rûsî û hêzên rêjîma Sûriyê li bajarên Kobanî û Minbicê lihev kiribûn.
S. B


