Rêkxistîya Nêvdewletîya Mafên Mirov: Ew devera Tirkiya durist dike ne arame

Rêkxistîya Nêvdewletî ya Mafên Mirov, Hiyûman Rayts Woç ragehand: Tirkiya û girûpên çekdarên ser bi dijberîya Suriya dûr ji yasayê xelkê li kinare didin û pêşêlkarîyan beranber bi Kurd dikin.

 

K24- Hewlêr

Rêkxistîya Nêvdewletî ya Mafên Mirov, Hiyûman Rayts Woç ragehand: Tirkiya û girûpên çekdarên ser bi dijberîya Suriya dûr ji yasayê xelkê li kinare didin û pêşêlkarîyan beranber bi Kurd dikin.

Hiyûman Rayts Woç di raporta xwe de xuya kirîye: Girûpên çekdar li deverên Serê Kanîyê û Girê Sipîyê rêgirî li vegerana malbatên Kurd kirîne û bi awayeke ne yasayî dest bi ser mal û mulkên hevwelatîyên deverê re dagirtine.

Sare Lîya Wêtsin, rêveberê pişka Rojhelata Navîn di Hiyûman Rayts Woç de ragehand: Kuştiin, kinaredan (sêdardan) û dizîna mal û mulkên hevwelatîyên deverê û rêgirtin ji vegerana malbatên Kurd bo deverên xwe belgehên wê yekê ne ku ew devera Tirkiya li bakûra Suriyayê durist kirîye û durist dike ne arame û parêztî nîne.