Rêveberiya Xweser 110 malbatên çekdarên DAIŞê berdan

Rêveberiya Xweser 110 malbatên çekdarên DAIŞê ku ji 400 kesî pêk dihat, ji kampa Holê berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser 110 malbatên çekdarên DAIŞê ku ji 400 kesî pêk dihat, ji kampa Holê berdan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Rêveberiya Xweser di berdewamiya azadkirina malbatên çekdarên DAIŞê yên Sûrî de, 110 malbatên ku ji xelkê Reqayê ne, ji kamapa Holê azad kirin.

Rewangehê diyar kir, azadkirina wan malbatan, li gor lihevkirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hozên Ereban hatiye kirin, ku pêştir di meha Gulana bûrî de li Korbenda Hozên Sûriyê de li ser wê pirsê hatibû lihevkirin.

Amaje bi wê jî da, proseya azadkirina malbatên çekdarên DAIŞê bi vî awayî tê kirin, hozên Ereban lîsta navan ji Rêveberiya Kampa Holê re dişîne û piştî lêkolînên ewlekariyên bi wan navan re tên kirin, ew tên azadkirin.

 

S. B