Serokê Herêma Kurdistanê û Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herdu cîgirên wî serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê Emîrê Komelê Elî Papîr û hejmarek berpirsên wê partiyê ve pêşwazî lê hatin kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herdu cîgirên wî serdana baregah Komela Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê Emîrê Komelê Elî Papîr û hejmarek berpirsên wê partiyê ve pêşwazî lê hatin kirin.
Ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herdu cîgirên wî Mistefa Seyid Qadir û Cafer Şêx Mistefa di çarçova avakirina hevpeymaniyeke Kurdistanî li Bexdayê de tê.
Berî serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê, şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiribû.
Her di wê çarçovê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herdu cîgirên wî duhî li Silêmanê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Gorranê civiyabû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî li Silêmaniyê ji rojnamevanan re ragihandibû, hemû hewlên me ew e, li Bexdayê hevpeymaniyeke Kurdistanî ava bikin, ji ber ku karkirina bi awayekî cuda, ti destkeftekê bidest naxin. Heger bi hev re bin, dibin hejmareke bihêz.
S. B