Fêsel Yûsif: Divê herêma ewle bi çavdêriya navdewletî bê avakirin
Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Fêsel Yûsif ragihand, Du rêkeftinên agirbestê çê bûne, lê xelkê sivîl, pêkhateyên netewî û olî li Rojavayê Kurdistanê nayin parastin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Fêsel Yûsif ragihand, Du rêkeftinên agirbestê çê bûne, lê xelkê sivîl, pêkhateyên netewî û olî li Rojavayê Kurdistanê nayin parastin.
Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Fêsel Yûsif ji K24ê re ragihand, ew wek ENKSê dengê xwe digihînin civaka navdewletî û welatên sereke ên di Encûmena Asayişa Navdewletî endam, ta êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin rawestînin û çareseriyeke siyasî bi çavdêriya navdewletî dest pê bibe û herêmeke ewle bê avakirin û gel û herêmên Kurdî bên parastin.
Amaje bi wê jî kir, ji encama êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi hezaran kes koçber bûn û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.
Amaje bi her du rêkeftinên agirbestê kir û got: Du rêkeftinên agirbestê çê bûne, çi rêkeftina Amerîkî – Tirkî û çi ya Rûsî – Tirkî, ku dibêjin ewê xelkê sivîl, pêkhateyên netewî û olî biparêzin, lê li ser erdê tiştekî din tê kirin. Li dawiyê berjewendiyên welatan tên parastin û pirsên gelan û xelkê sivîl di asta duyem de tê.
Derbarê helwesta opozîsyona Sûriyê de, Fêsel Yûsif diyar kir, ENKS bi rêkeftineke siyasî bo dabînkirina mafên Kurdan beşek e ji opozîsyona Sûriyê ye, lê ENKS bi aşkere her êrîş yan destdirêjiyek li ser Kurd ji Efrînê û ta Dêrikê hatiye, şermezar kiriye.
Li ser rola Rûsya li Rojavayê Kurdistanê, got: Di demeke nêzîk de şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re dicive û dê dengê xwe bigihîne wê, bo piştevaniya li mafên Kurd di Komîta Destûra Sûriyê de û alîkar bin bo êrîşa li ser erdê li ser meletê tên kirin rawestînin.
S. B