Mesrûr Barzanî: Dixwazin xizmeta xelkê bikin û Kurdistaneke bihêz ava bikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, dixwazin Kurdistaneke bihêz ava bikin, bi dilniyayî em hizra wê dikin, zêdetri bi rûyê cîhanê de vekirî bin”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek li hejmara xwe taybet li tora civakî “Twitter” belav kir: “Me bi ronî ragihandiye, en naxwazin îradeya xwe li ser xelkê bisepînin, belkû ji bo xizmetkirina xelkê li vir in, bo vê jî dixwazin Kurdistaneke bihêz ava bikin, bi dilniyayî em hizra wê dikin, zêdetri bi rûyê cîhanê de vekirî bin”.
Di beşeke din a peyamê de, tekez li wê dike, jêderên aboriyê firehtir bikin û pêwendiyên bi Bexdayê asayî bikin û bêgûman divê çaksaziya zêdetir bikin, bo vê mebestê jî proseya çaksaziyê dest pê kiriye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir jî, divê baweriyê xelkê bi hikûmetê hebe, ji ber ku pêwîst e xelk hest bi wê bike, hikûmeta wan heye, wan diparêze û xizmeta wan dike.
S. B