Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike
Jêderekî agahdar ragihand, îro 28. 11. 2019an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û berpirsên bilind ên wî welatî re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî agahdar ragihand, îro 28. 11. 2019an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û berpirsên bilind ên wî welatî re dicive.
Ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, Tirkiyê yek ji wan welatan bû, bi fermî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwandibû û niha ew serdan tê kirin.
Di vê serdanê de, guftûgo derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û rola girîng a Herêma Kurdistanê di aramiya navçeyê de tên kirin.
S. B