Pompeo: Daxwaz ji Îraqê dike encamderan hêrişa mûşkî bo ser Beled siza bide

Wezîrê Derve yê Amerîkayê êrîşa mûşekî ya ser serbazgeha Beled şermezarkir û daxwaz ji hikumeta Iraqê kir, encamderan siza bide.

K24- Hewlêr

Wezîrê Derve yê Amerîkayê êrîşa mûşekî ya ser serbazgeha Beled şermezarkir û daxwaz ji hikumeta Iraqê kir, encamderan siza bide.

Mike Pompeo di çend twittan de, dilgiranya xwe beramber êrîşa mûşekî ya ser serbazgeha Beled li bakûrê Bexdayê nîşan da û daxwaz ji hikumeta Iraqê kir, lêkolînê di wê bûyerê de bike.

Balkişand ser wê yekê jî, ji alî hejmarek grûpan ve, ev cure binpêkarî, beramberî serweriya Iraqê berdewam in  û pêwîst e, hikumeta Iraqê  bo bidawîanîn a wan êrîşan, kar bike.

Şeva borî hejmarek mûşek arasteyî serbazgeha Beled a esmanî hatin kirin û di encam de, du efser û du serbazên Iraqî brîndar bûn.