Birîtanîya nêgeranîyên xwe digehîne Tehranê
Gotebêjê serokatîya wezîrên Birîtanîyayê di konfiranseka rojnamevanî de, ragehand, balyozê Îranê li Lendenê hat gazîkirin bi sedema girtina balyozê Birîtanîya li Tehranê.
K24- Hewlêr
Gotebêjê serokatîya wezîrên Birîtanîyayê di konfiranseka rojnamevanî de, ragehand, balyozê Îranê li Lendenê hat gazîkirin bi sedema girtina balyozê Birîtanîya li Tehranê.
Ragehand jî, hikumetê nîgeranîya xwe derbarê girtina balyozê Birîtanîya li Tehranê bi balyozê Îranê re ragehandîye.
Amaje bi wê yekê jî kir, ew karê Îranê binpîkirineka ne qebulkirî nîye di pirotokolên dîplomasî de.
Bi tuhemta wê yekê ku hana xwenîşanderan daye li Tehranê, hêzên ewelekarîyên Îranê jî bo demekê balyozê Birîtanîya li Teheranê girt û dûv re azad kir.