Mark Esper: Tiramp desthilata êrîşa serbazî bo ser Îranê heye
Wezîrê bergirî yê Amerîka dibêje, Serokê wî welatî desthilata êrîşa serbazî bo ser Îranê heye
K24: Hewlêr
Wezîrê bergirî yê Amerîka dibêje, Serokê wî welatî desthilata êrîşa serbazî bo ser Îranê heye
Wezîrê bergirî ya Amerîka Mark Esper, di kongreyek rojnamevanî de ragehand, Serokê Amerîka Donald Trump desthilata wê yekê heye, biryara êrîşkirina ser Îranê û hevpeymanên wê li navçeyê bide.
Bi gotina Esper, alî li navxweyî ya Amerîka liser kuştina Qasim Suleymanî hevnerîn bûn.
Got jî, Donald Trump ligor yasa ya desthilata bikaranîn a hêzên serbazî, ku li Kongress a Amerîka di sala 2001an de û piştî êrîşên 11 Îlonê bo ser Tower ên wî welatî hat encamdan, rê pê hatiye dayîn, êrîşa serbazî dijî Îranê encam bide.