Pentagon çêkirina perçeyên F-35 li Tirkiyê radiwestîne

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, ew heta meha Adara bê, perçeyên firokeyên F-35 yên li Tirkiyê tên çêkirin, dê bibin Amerîka.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, ew heta meha Adara bê, perçeyên firokeyên F-35 yên li Tirkiyê tên çêkirin, dê bibin Amerîka.

Alîkarê Şêwirmendê karên Idarî û Firotinê yê Pentagonê Ellen Lord ragihand, ji bo ku Tirkiye sîstema mûşekî ya Rûsî S-400 nekire, wan gelek hewlên mezin dan. Lê Tirkiyê guh neda Washingtonê û S-400 anîn Tirkiyê.

Got jî, wan berê ji  rayadarên Tirkiyê re gotibûn, sîstema F-35 û S-400 bi hev re nagunce.

Lord da zanîn: Ew niha karê xwe yên çêkirina perçeyên F-35 li Tirkiyê berdewam dikin. Lê ew kar dikin ku çêkirina perçeyan heta meha Adara bê, bibin Amerîka.

Di derbarê 4 firokeyên F-35 yên dane Tirkiyê de jî diyar kir, ew firoke li Amerîka ne û wan bi rayadrên Tirkiyê re li ser van 4 firokeyan, çi gotûbêj nekirine.

Piştî ku di meha Tîrmehê de mûşekên S-400 ji Rûsyayê bo Tirkiyê hatin veguhestin, Amerîka Tirkiye ji bernameya hilberîna frokeyên F-35 de derxistibû û û Washîngtonê biryar dabû ku gemaroyên giran li ser Tirkiyê karîger bike.

 

S. B