Balyozê Brîtanyayê li Tehranê vegeriya ye Londonê.

Ajansa Tesnîm belav kiriye, Rob Makkeyr, balyozê Brîtanyayê li Tehranê, bi awayek yasayî ji Îranê derket.

K24- Hewlêr

Ajansa Tesnîm belav kiriye, Rob Makkeyr, balyozê Brîtanyayê li Tehranê, bi awayek yasayî ji Îranê derket.

Makkeyr, bi sedema beşdarîkirin di xwepêşandanên hin rojên borî yên Tehranê de, ji alî polîsê Îranê ve hatibû desteser kirin û piştre hate azad kirin, vê yekê jî nerazîbûna Hikûmeta Brîtaniyayê li pey xwe anîbû.

Lê ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihandîye, Balyozê wan, bi nyaz bû vegere Londonê ji bo  amadebûn di kombûnek kar de û ew dê piştî çend rojan,  carek din vegere Tehranê.