NY: 350 hezar kes ji Idlibê koçber bûne
Netewên Yekgirtî radigihand, ji ber êrîşên rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsyayê, 350 hezar kes ji parêzgeha Idlibê koçber bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî radigihand, ji ber êrîşên rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsyayê, 350 hezar kes ji parêzgeha Idlibê koçber bûne.
Netewên Yekgirtî ragihand, ji destpêka meha Berçileya 2019an de, ji ber êrîşên rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsyayê, 350 hezar kes ji parêzgeha Idlibê koçber bûne, piraniya wan jî zarok û jin in.
Ji navîna mehê Mijdara 2019an ve hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya jî bi tundî wan navçeyan bombebaran dikin.
Wezareta Berevaniya ya Tirkiyê jî ragihandibû ku wê bi Rûsyayê re li ser agirbestê bo Idlibê lihev kirine û ji roja 12ê vê mehê ve ketiye warê bicih kirin.
Lê Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê di twittekê de Sûriyê û Rûsya bi binpêkirina agirbest tomebar kir û ragihand, Sûriye û Rûsya malên sivîlan, dibistan û nexweşxaneyan armanc dikin.
Herwiha diyar kir, rêjîma Sûriyê û Rûsya bûne sedema kuştina bi sedan kesên sivîl û koçberbûna bi sedhezaran kesên din.
S. B