Lvrov: Derbarê azadkirina çekdarên Da'şê ji alîyê HSDyê ve, me bi Emerîka re peywendî kirîye
Wezîrê derve yê Rûsiyê ragehand, wan derbarê azadkirina çekdarên Da'şê ji alîyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li rojhlata Firatê peywendî bi Emerîka re kirîye.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Rûsiyê ragehand, wan derbarê azadkirina çekdarên Da'şê ji alîyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li rojhlata Firatê peywendî bi Emerîka re kirîye.
Sêrgî Lavrov raghand, tevî serkeftina Sûriyê bi ser tîrorê re, lê hêj jî hejmarek ji çekdarên tundrew û Da'şê li navçeya kêmkirina şer û li rojhelata Firatê mane.
Amaje bi wê yekê jî kir ku derdora 10 hezar çekdarên Dai'şê di navendên HSDyê li rojhlata Firatê dimînin û rapor li ber destê wan hene ku HSD hejmarek ji çekdarên Dai'şê berdane û wan di vê derbarê de peywendî bi Emerîka re kirîye ji bo rê li ber derketina çekdarên Dai'şê bigre.
Derbarê biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya derbazkirina alîkarîyên mirovî, Lavrov got: Ji bo alîkarîya HSDyê welatên bîyanî hewil dan alîkarîyên mirvî bi rêya Îraqê re derbazî Sûriyê bikin lê Rûsiyê di rûyê wê pilanê de rawestîya.
Eşkere kir jî: Di meha 10 û 11 ya sala bûrî de, Netewyên Yekbûyî bêtir ji 420 barhelgir ji alîkarîyên mirovî derbazî rojhlata Firatê kirin.