YPGyê bakura Helebê topbaran kir û 8 sivîl birîndar bûn
Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) bakura Helebê topbaran kir û di encam de 8 sivîl birîndar bûn
K24- Hewlêr
Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) bakura Helebê topbaran kir û di encam de 8 sivîl birîndar bûn.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) navenda gundê Meri'naz li bakura gundewarê Helebê bi topan kirîye armanc û di encama wê topbaranê de 8 welatîyên sivîl brîndar bûn, ku sê ji wan zaro ne û temenê wan li jêr 18 salîyê ve ye.
Riwangehê amaje kir, di meha derbazbuyî de jî YPGyê bajarê I'zazê topbaran kir û topek bi zîndanekê ket, di nava bajar de, di encamê de sê kes birîndar bûn.