28 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin
28 çekdarên opozîsyona Sûriyê yê alîgirên Tirkiyê li Lîbyayê di şer û pevçûnên de hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
28 çekdarên opozîsyona Sûriyê yê alîgirên Tirkiyê li Lîbyayê di şer û pevçûnên de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama şerê berdewam li başûrê Terablusa Paytext û nêzîkî firokxaneya wê de, 28 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.
Pêştir hatibû ragihandibû, hejmara çekdarên Sûrî yên Tirkiye rahênan bi wan kirin û bo Lîbyayê veguhastine, gihîştiye 3 hezar û 660 çekdarî û li wî welatî şer dikin.
Rewangeh dibêje, hejmara çekdarên Sûrî yên li Lîbyayê ji vê hejmarê zêdetir e, lê hejmara rast nehatiye ragihandin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, Tirkiye bi tomarkirina navên çekdaran Sûrî ji bo çûna Lîbyayê berdewam e û Tirkiye dixwaze 6 hezar çekdarên Sûrî bibe Lîbyayê.
Tomarkirina navên çekdaran li Efrînê û navçeyên din ên di bin kontrola grûpên çekdar de berdewam e û bi taybet çekdarên grûpên Lîwaya El Mutesêm, Firqeya Sultan Silêman, Lîwaya Siqor Şemal, El Hemzat, Feyleq El Şam, Silêman Şah û Lîwaya Semerqend navên xwe tomar dikin.
S. B