Mezintirîn Kompanîya ya petrolê Birîtanîyayê xwe ji Kerkûkê vekişand
Ajansa Nûçe ya Roeyterz ji çavakanîyên cuda veguhaztîye, kompanîya ya Birîtîş Pitrolyom a Birîtanî, ko mezintirîn Kompanîya ya Petrol û wize ya Birîtanîye, ji bîyavên petrolî yên Kerkûkê xwe vekişand. Ev jî wek amaje pêkirî, piştî temambûna girêbesta wî hat ku bi behayê 100 Milyon Dolaran bû û ti rêkkevtineke nû jî bo berfirehkirina bîyavên Petrolî yên wê parêzgehê nekirîye.
K24- Hewlêr

Çavkanîyan amaje bi wê yekê jî daye, meha burî, wê Kompanîya ya Birîtanî bi desthelatdarên Îraqê ragehandibû, piştî temambûna dema girêbesta wan, tevaya karmendên kompanîya ya wan jê bîyavên petrolîyên Kerkûkê dê vekişin.
Berpirsekê bilindê kompanîya ya petrola Bakur (NOC) ku serperiştîya pirose ya bîyavên Kerkûkê dike, vekişana Birîtiş Petrolyom piştrast kir.
Ewî berpirsî aşkera jî kir, Encamên vekolîna meydanî ya Kompanîya ya Birîtanî bo pêşvebirina bîyavên Kerkûkê radestê kompanîya petrola bakûr hatîye kirin, lê cihê daxê ye ti wajû li ser nehatîye kirin.. ev jî bo me cihê daxê ye.
Got jî: Xuya û aşkeraye, encamên vekolînê hender nebûye daku kompanîya ya Birîtîş Pitrolyom piroseyên xwe dirêj bike.
Ji alîyê xwe ve, kompanîya ya Birîtanîyayê tekez kir, ku wê karên xwe temam kirîye û got: Wê rasparteyên xwe bo pêşvebirina bîyavên petrolê radestê kompanîya ya kompanîyay Petrola Bakûr kirîye, lê ti amaje û komênt li ser veguhaztina fermanberên xwe neda.