Korya başûr hêzê dişîne derava Hurmiz
Hêzên deryayî yên Korya başûr ragihand, ji bo paraztina derava Hurmizê ji çeteyên deryayî û herweha paraztina welatî û keştiyên xwe li navçeyê, ew hêzên xwe dê bişîn in wê navçeyê.
K24- Hewlêr
Hêzên deryayî yên Korya başûr ragihand, ji bo paraztina derava Hurmizê ji çeteyên deryayî û herweha paraztina welatî û keştiyên xwe li navçeyê, ew hêzên xwe dê bişîn in wê navçeyê.
Şandina hêzê ji aliyê Korya başûr ve ji bo derava Hurmizê, di demekê de ye, ku her yek ji Almanya, Belcîka, Danîmark, Frensa, Yunan, Îtalya, Holenda û Portugal piştevaniya xwe ji bo şandina hêzên Ewrupî ji bo çavdêrîkirina rewşa derava Hurmiz nîşan da ye û Holendayê gemîyeka şer şandiye wê navçeyê.