Yekîtiya Ewropayê lîst a sizadan Tirkiyê amade dike

Yekîtiya Ewropayê dide xuyakirin, ji ber helwestên Tirkiye li Derya ya Naverast lîst a sizadanê amade dikin. Wezîrê Derve yê Tirkiye jî dibêje, divê Ewropa, Tirkiye ji xwe dûr neke.

K24- Hewlêr

Yekîtiya Ewropayê dide xuyakirin, ji ber helwestên Tirkiye li Derya ya Naverast lîst a sizadanê amade dikin. Wezîrê Derve yê Tirkiye jî dibêje, divê Ewropa, Tirkiye ji xwe dûr neke.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel li Brukselê da xuyakirin, Wezîrê Derve yê Qibrisê derbarî hewlên Tirkiye yên li Derya ya Naverast agahiyên berfireh dan e û ji bo vê komîsyonên kar ava kirin e. Da zanîn, ji bo sizadan a Tirkiye, ew li bendê ne, komîsyon lîst a navan amade bike û diyarkir, agahiya wan ji hin navan heye.

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu li Swîsreyê beşdarî civînên Davosê bû û bang li Yekîtiya Ewropayê kir, Tirkiye ji xwe dûr nexe. Da xuyakirin, Tirkiye welatek Balkanê ye û bo aramî û ewlekariya navçeyê rolek girîng dilîze. Çavuşoglu bang li Yekîtiya Ewropa kir, sozên dan e cîbicî bike û tu aliyek li derve nehêle.