Hêzeke mezin li meydana Tehrîrê xwepêşanderan belav dike
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, hêzeke ewlekariyê ya mazin hatiye meydana Tehrîr ya Baxdayê û xwepêşanderan belav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, hêzeke ewlekariyê ya mazin hatiye meydana Tehrîr ya Baxdayê û xwepêşanderan belav dike.
Diyar kir jî, hêzên ewlehiyê dixwazin tevahiya riyên hatine girtin vekin, ku ji 4 mehan ve ji aliyê xwepêşanderan ve hatine girtin.
Ev yek di demekê de ye, duhî li Bexdayê rûbirûbûnên tund di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de derketin û 6 xwepêşander hatin kuştin û 54 xwepêşander jî birîndar bûbûn.
Hevdem jî, li Babil, Kerbela, Necef, Dîwanê, Mosena, Zîqar, Wasit û Besrayê xwepêşandanên nerazîbûnê firetir bûne û hejmarek ji rê û pireyan hatine girtin.
S. B