Amerîka daxwazekê ji Hikûmeta Iraqê dike
Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, rewşa niha ya Iraqê bi sedema mîlîşyayên ser bi Îranê ve aloz e û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike, balyozxane û berjewendiyên wê biparêze.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, rewşa niha ya Iraqê bi sedema mîlîşyayên ser bi Îranê ve aloz e û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike, balyozxane û berjewendiyên wê biparêze.
Di daxuyaniykê de, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, rewşa niha ya Iraqê bi sedema mîlîşyayên ser bi Îranê ve aloz e û ji meha Îlona 2019an ve, Îran û mîlîşyayên ser bi wê 14 caran êrîşî ser balyozxaneya wan li Iraqê kirine.
Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Hikûmeta Iraqê jî kir, erkên xwe bicih bîne û Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê biparêze.
Amaje bi wê jî da, heta niha rewşa ewlehiyê aloz e û grûpên çekdar yên ser bi Îranê ve li ser wan gef in, ji ber wê ew di rewşa hişyarî de ne û çavê wan li ser rewşê ye.
Derengê şeva bûrî, bi 5 mûşekan êrîş li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê hat kirin û li gor medyaya Iraqê, kesek birîndar bûye.
S. B