Iraq êrîşa ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê şermezar dike
Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê şermezar dike û radigihîne, ev kiryar bandorê li pêwendiyên stratejî ên di navbera Bexda û Washingtonê de nake.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê şermezar dike û radigihîne, ev kiryar bandorê li pêwendiyên stratejî ên di navbera Bexda û Washingtonê de nake.
Wezareta Derve ya Iraqê li ser hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir, di dema wezaret vê karê tundrew şermezar dike, tekez dike ku hewla parastina hemû şandên dîplomasî yên li Iraqê ne dide. Iraq pabend e bi rêkeftina Vennayê ya derbarê pêwendiyên dîplomasî de.
Herwiha got: Iraq tekez dike ku ev kiryar bandorê li asta pêwendiyên stratejî yên di navbera Bexda û Washingtonê de nake.
Da zanîn jî, desthilatên Bexdayê dest bi lêkolînên derbarê aşkerekirina tawanbaran dike, ji bo wan bide dadgehê, ta careke din ev kiryar dubare nebin û Iraq nebe meydana şerê aliyên derveyî.
Wezareta Derve ya Amerîka ragihandibû, duhî mîlîşyayên ser bi Îranê ve bi berdewam li ser ewlehiya Iraqê gef in û daxwaz ji desthilatên Iraqê kiribû, erkên xwe bicih bîne û Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê biparêze.
Derengê şeva bûrî, bi 5 mûşekan êrîş li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê hat kirin û li gor medyaya Iraqê, kesek birîndar bûye.
S. B